Kongress: Tirkiye S-400 nekire, asankariyê bo F-35 dikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Şandek ji Kongressa Amerîkayê serdana Tirkiyê kir û derbarê mûşekên S-400 û firokeyên F-35 de hevdîtin encam dan.
Li gor medyaya Tirkiyê, bi serokatiya Michael R. Turner şanda Kongressa Amerîka bi rayedarên Wezareta Derve û Wezareta Berevaniya Tirkiyê re hevdîtin pêk anîn.
Hat diyarkirin, her du alî li ser pirsa kirîna mûşekên S-400ê, frokeyên F-35 û şerê dijî PKKê rawestiyane.
Li gor agahiyan, şanda Amerîkî gotiye, heger Tirkiye mûşekên S-400 yên Rûsî nekire, dê di radestkirina firokeyên F-35 bo Tirkiyê de asankariyê bikin.
Aliyê Tirkiyê gazindên xwe hember helwesta Kongressê ya li dijî Tirkiyê anîne ziman û daxwaz kir di şerê li dijî PKKê de, Amerîka berpirsiyariyên xwe bicîh bîne.
Wek karvedanekê li ser kirîna Tirkiyê ji sîstema beravaniyê S-400 ji Rûsyayê, Kongressa Amerîkî bi fermî şandina firokeyên şer ên F-35 ji Tirkiyê re rawestandibû.
Berî çend rojan Serokê Amerîka Donald Trump gotibû, ew firokeyên şer ên F-35 nafiroşin Tirkiyê.
S. B