Pentagon bersiva raportên Rûsyayê dide

Wezareta Bergîriyê yê Amerîka (Pentagon) bersiva raportên Rûsyayê da û red kir ku wê hêzên xwe li deryaya Naverast zêde kiribe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergîriyê yê Amerîka (Pentagon) bersiva raportên Rûsyayê da û red kir ku wê hêzên xwe li deryaya Naverast zêde kiribe.

Peyvdarê Pentagonê Eric Pahon derbarê daxuyaniyên Wezareta Bergîriyê yên Rûsyayê de, ku dibêje Amerîka hêzên xwe li deryaya Naverast zêde kiriye, ne rast in.

Tekez kir jî, lê ev yek nayê wê wateyê ku Amerîka ji her egerekê ne amade ye, heger Serokê Amerîka Donald Trump fermaneke rasterast bide.

Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê gotibû di daxuyaniyekê de ragihand, ku Amerîka tevgera xwe ya serbazî li nav Derya Sipî zêde kiriye û amadekariya êrîşeke ezmanî li dijî Artêşa Sûryê dike.

Diyar kiribû jî, keştiya şer a Amerîkî ya bi navê “Ross” ku 28 mûşekên tomahawk hilgirtiye roja 25ê vê mehê derbasî deryaya Naverast bûye, ku dikare tevahiya xaka Sûriyê armanc bigire.

Herwiha gotibû jî, keştiya cengî ya Amerîkî (USS The Sullivanis) gihiştiye Kendava Erebî û 56 mûşekên Kruz li ser pişta wê ne.

Ev daxuyaniyên Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê û Pentagonê piştî wê yekê tên, artêşa Sûriyê amadekariya destpêkirina operasyoneke leşkerî li Idlibê dike.

Roja 22ê vê mehê jî Amerîka, Brîtanya û Fransayê bi daxuyaniyeke hevbeş ragihandibûn ku heger rejîma Esed êrişeke kimyewî pêk bîne, ew amade û bi biryar in ku bersivê bidin.

 

S. B