Lavrov: Amerîka çareseriya siyasî li Sûriyê dixe metirsiyê

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov radigihîne, Amerîka li Sûriyê bide, nîşanek e ku çawa Amerîka riftarê li dijî wî welatî dike û dê çareseriya siyasî jî bixe metirsiyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov radigihîne, Amerîka li Sûriyê bide, nîşanek e ku çawa Amerîka riftarê li dijî wî welatî dike û dê çareseriya siyasî jî bixe metirsiyê.

Sergey Lavrov di hevdîtinekê digel rojnameya “Pravda” a Slovakî de ragihand, amadekariyên hêzên Amerîkî bo encamdana lêdanekê ji Sûriyê re bêyî ti belge di destê wê de hebin, çareseriya siyasî dixe metirsiyekê.

Lavrov got jî, Amerîka û hevpeymanên di roja 14ê Nîsana bûrî de dema bê hebûna belgeyan êrîşî Sûriyê kirin, perensîpên sereke yên yasayên navdewletî binpê kir û çareseriya siyasî li wî welatî xiste metirsiyê.

Got jî, derbarê tometbarkirina rêjîma Sûriyê bi encamdana êrîşên kîmawî de, ta niha ti belge nîn in. Heta di bûyera Dûma ya 7 Nîsana bûrî de jî ti nîşan li ser bikaranîn çekê kîmawî û ti qurbanî û bîner jî tune ne.

Lavrov amaje bi wê kir, ên ku beşdarî di şanoya êrîşa kîmawî li Dûmayê de kirine, rêxistina ”Kumên Spî” bûn û wê rêxistinê ragihand ku ew beşdarî rizgarkirina sivîlan ji êrîşa kîmawî bûne. Lê Rêjîma Sûriyê wê rêxistinê tometbar dike ku pêwendiyê wê rêxistin bi ecindeyên dijminane û bi teroristan re heye.

Roja 22ê vê mehê jî Amerîka, Brîtanya û Fransayê bi daxuyaniyeke hevbeş ragihandibûn ku heger rejîma Esed êrişeke kimyewî pêk bîne, ew amade û bi biryar in ku bersivê bidin.

Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê jî dibêje, Amerîka tevgera xwe ya serbazî li nav Derya Sipî zêde kiriye û amadekariya êrîşekê li dijî Artêşa Sûryê dike.

 

S. B