Mattis: Kirîna Tirkiye ya S-400an me dilgiran dike

Wezîrê bergirî yê Amerikayê James Mattis ragihand ku: “Kirîna Tirkiye ya mûşekên S – 400 ji Rûsya me dilgiran dike”

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê bergirî yê Amerikayê James Mattis ragihand ku: “Kirîna Tirkiye ya mûşekên S – 400 ji Rûsya me dilgiran dike”.

Mattis herweha diyarkir: “Tirkiye divê biryara xwe bide. Ev biryara wê ya xweser e. Lê eşkere ye ku, kirîna mûşekên S – 400 ji Rûsya a welatek endamê NATO, me dilgiran dike û em nikarin vê yekê bipejîrinin”.

Liser pirsa kirîna S-400an ji Rûsya û herweha firokeyên şerî yên F – 35 ji Amerikayê, helwêsta Amerika girêdayî Tirkiye çi ye, Mattis got: “Em lidij bicîhkirina sistemên Rûsî li welatek endam ê NATO ne”.

Serokê şirketa Rosoboroneport  a Rûsyayê Aleksander Mikheyev hefteya berê diyarkiribû ku, Rûsya dê mûşekên S – 400 sala 2019an radestî Tirkiye bike.

 

 

C.B