Xirîstiyanên Qamişlo li dijî girtina dibistanên wan xwepêşandan kirin

Hejmarek ji kesûkarên şagirtên dibistanên Xiristiyanan li bajarê Qamişlo li dijî girtina dibistinên wan xwepêşandanek li dijî rêveberiya Xweser kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hejmarek ji kesûkarên şagirtên dibistanên Xiristiyanan li bajarê Qamişlo li dijî girtina dibistinên wan xwepêşandanek li dijî Rêveberiya Xweser kirin.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo da zanîn, duh ku Hêzên Ewlehiya Navxweyî (asayiş) hejmarek ji dibistanên pêkhateya Xiristiyanan bi behaneya ku rêbazên Rêveberiya Xweser bikar nayînin girtin.

Piştî girtina dibistanan li taxa Wista ya Qamişlo ku neşteciyên wê Xiristiyanî ne û xwendina bi rêbazên rêveberiya xweser red dikin, kesûkarên şagirtan bi rakirina alên Sûriyê û gotina siloganên piştgiriya Serokê Sûriyê Beşar Esed xwepêşandan kirin.

Da zanîn jî, xwepêşander ta bi dibistana Emel meşiyan û derbasî dibistanê bûn.
Li gorî biryara Desteya Perwerdê ya kantona Cezîrê divê li hemû dibistanan rêbazên Rêveberiya Xweser bê xwendin. Ev yek jî bûye cihê nerazîbûna hejmarek mezin ji xelkê û di nav de jî pêkhateya Xiristiyanî.

 

 

S. B