Rûniştina dadgeha di nav Hewlêr û Bexdayê de li ser pirsa petrolê hat paşxistin

Yas Samuk: Li ser daxwaza birîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Samanên Siruştî, Dadgehê kesên pispor ji bo amadekirina raporekê li ser pirsa petrolê erkdar kir.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Dadgeha Federalî ya Iraqê, li ser pirsa rewatiya firotina petrolê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve, sendîkaya ciyolociyên Iraqê erkdar kir, ku lîsteyekê bi navê pisporên warê Petrolê amade bike, daku ji nav wê lîsteyê sê kesan hilbijêre û ew kesana raporekê li ser pirsa derxistin û firotina petrolê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve amade bikin.

Peyvdarê Dadgeha Federalî ya Iraqê (Yas Samuk) ragihand, ku li ser daxwaza birîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Samanên Siruştî, Dadgeha wan ew kesên pispor ji bo amadekirina raporekê li ser pirsa petrolê erkdar kiriye.

Yas Samuk tekez kir, ku Dadgeha Federalî pêbendî bêalîbûnê ye di vê doze de û ji bo herdu aliyan li ser vê yekê piştrast bike, biryar daye ku herdu alî pisporekî yan sê pisporan di demeke diyarkirî de, destnîşan bikin daku, rapora xwe li ser dozê amade bikin.

Berî niha Wezareta Petrola Iraqê ragihandibû, ku derxistin û firotina petrolê ji aliyê Hikûmeta Kurdistanê ve nerewa ye û li ser vê yekê, li cem Dadgeha Federalî ya Iraqê, doz li dijî Wezareta Samanên Siruştî ya Herêma Kurdistanê vekir, li di rûniştina îro de, Dadgehê biryar da, ku rûniştina wê ji bo roja 9ê Êlûna dahatî were paşxistin.

N.O