Desteya Perwerdê: Xwepêşandanên Qamişlo xizmeta rejîma Sûryê dikin

Desteya Perwerdeyê diyar kir, ku xwepêşander dixwazin wan xwendingehan bidin vekirin, ku ji aliyê rêjîma Sûryê ve tên birêvebirin û rêvebirên wan xwendingehan dixwazin ejindeyên rêjîmê bimeşînin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Hevserokatiya Desteya Perwerdeyê li Herêma Cezîrê, di daxuyaniyekê de ragihand ku, xwepêşandanên li Qamişlo yên ku ji aliyê welatiyên Kiristiyan, li dijî sîstema xwendinê derdikevin, xizmeta rejîma Sûryê dikin.

Desteya Perwerdeyê diyar kir, ku xwepêşander dixwazin wan xwendingehan bidin vekirin, ku ji aliyê rêjîma Sûryê ve tên birêvebirin û rêvebirên wan xwendingehan dixwazin ejindeyên rêjîmê bimeşînin.

Herwiha tekez kir, ku ew xwendingeh ji bo meremên abûrî jî tên bikaranîn û armanc ji wan xwepêşandanan têkdana serxwebûna perwerdeyê ye.

Desteyê da zanîn ku, ewê parastina çand û zimanên deverê bikin û ti rêbazên sepandî ji aliyê rêjîmê ve qebûl nakin

N.O