Rûhanî: Ti çareyeke siyasî bi Amerîka re ber nagire

Hesen Rûhanî: Ew sizayên Amerîka li ser Îranê sepandiye, bingehên yasaya navdewletî binpê dikin û Amerîka pêbendî sozên xwe nabe.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Serokê Îranê Hesen Rûhanî di dema civîna wî de li gel rêberê Komara Islamî ya Îran (Elî Xamineyî) ragihand, ku di rewşa niha de, ti çareyeke siyasî bi Amerîka re pêk nayê û got: Ew sizayên Amerîka li ser Îranê sepandiye, bingehên yasaya navdewletî binpê dikin û Amerîka pêbendî sozên xwe nabe.

Hesen Rûhanî, Amerîka tometbar kir, ku dixwaze hejmûna xwe li ser Îran û gelê Îranê bisepîne û got: Gelê me hejmûna Amerîka li ser xwe pesend nake û ewê xweragiriya xwe beramberî fişaran pêş cîhanê bike.

N.O