Erdogan: Xebatên hevbeş ligel Îran û Rûsya pêktînin

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan dibêje, li Îdlibê bo karesateke mirovî rû nede, bi Rûsya û Îranê re xebatên hevbeş dimeşînin û bo tunekirina PYD û YPG li Rojhelata Feratê amadekariyên wan bê navber berdewam dikin

K-24 Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan dibêje, li Îdlibê bo karesateke mirovî rû nede, bi Rûsya û Îranê re xebatên hevbeş dimeşînin û bo tunekirina PYD û YPG li Rojhelata Feratê amadekariyên wan bê navber berdewam dikin.

Erdogan, di merasîma "30 Tebaxê Cejna Serkeftinê" ya Komara Tirkiyê de axivî.

Receb Tayyip Erdogan - Serokomarê Tirkiyê diyarkir:

"Tu serkeftin bê bêhna xwîn û xweydanê nabe. Me serkeftinên xwe li meydanan bidestxistine. Bi vê awayê em karîn korîdora terorê ku xwestin liser sînorê me dirust bikin xera bikin.

Me li Cerablus û Elbabê serê DAIŞê, li Efrînê jî serê PYD û YPG pelixand û me ev lîstik xera kir.

Her weha ber bi Qendîlê jî me dest bi operasyonê kir û lîstika ku sala 1984 li Iraqê destpêkiriye em vala derdixin.

Em bibiryarin ku Şengal nebe Qendîla duyem.

Li Sûriyê bi hevdîtina Amerîkayê em dixwazin Minbicê ji terorîstan paqij bikin.

Li Îdlibê, ji bo karesateke wek helebê rû nede, bi Rûsya û Îranê re xebatên hevbeş dimeşînin.

Amadekariyên me bo tunekirina herêmên terorê yên Rojhelata Feratê jî bênavber berdewam dikin."

 

 

C.B