Ebadî Falih Feyad ji postê wî dûr xist

Nûrî Malîkî dûrxistina Feyad bi lawazbûna Hevpeymaniya Nesir a Ebadî binav kir.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Serokwezîrê karbirêvebir ê Iraqê Heyder Ebadî, Falih Feyad ji hersê postên Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê, Serokatiya Desteya Heşda Şeibî û ji Dezgeha Emnî ya Niştimanî dûr xist.

Li gorî zanyariyan, Ebadî Feyad ji postên wî dûr xistiye, ji ber ku têkilî di siyasetê de dikir û li gorî destûra Iraqê, ew yek ne ji mafê Feyad e.

Di karvedanên dûrxistina Feyad de, nivîsgeha serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa (Nûrî Malîkî) dûrkirina Feyad bi lawazbûna Hevpeymaniya Nesir a Ebadî binav kir.

N.O