Erdogan: Girêbesta kirrîna mûşekên S-400 hat îmzekirin

Erdogan: Heger Amerîka firokeyên F35 radestî Tirkiyê neke, wê Enqera wan firokeyan ji cihekî din bikirre.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ragihand, ku pêwîstiya wan bi sîstema berevaniyê ya mûşekê S-400 heye û got: Girêbesta kirrîna wan mûşekan hatiye îmzekirin û inşaella di demeke nêzîk de, wê ew mûşek li ber destê me bin.

Receb Teyib Erdogan diyar kir, ku bi heman awayê pêwendî û hevpeymaniya welatê wî li gel Ewropa û Amerîka, pêwîstiya Tirkiyê bi hevrêziyê li gel welatên din jî heye.

Derbarê firokeyên F35 yên Amerîkî, Erdogan tekez kir, ku heger Amerîka wî corê firokeyan radestî Tirkiyê neke, wê Enqera wan firokeyan ji cihekî din bikirre.

Herwiha Serokê Tirkiyê, careke din behsa wê yekê kir, ku Amerîka çekan belaş radestî YPGê dike, lê ji bo Tirkiyê astengiyan çêdike û bi pereyan jî çekan radestî Tirkiyê nake.  

N.O