Serok Barzanî pêşwaziya McGurk kir

Serok Barzanî û Şanderê Taybet ê Serokê Amerîka ji bo Hevpeymanya Navdewletî ya dijî DAIŞ proseya siyasî ya Iraqê û pêkanîna hikumeta nû gotûbêj kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Barzanî û Şanderê Taybet ê Serokê Amerîka ji bo Hevpeymanya Navdewletî ya dijî DAIŞ proseya siyasî ya Iraqê û pêkanîna hikumeta nû gotûbêj kirin.

Serok Barzanî û Şanderê Taybet ê Serokê Amerîka bo Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞ Brêtt McGurk di civînekê de, ku her yek ji Balyozê Amerîka li Iraqê Douglas Silîman û Konsulê Amerîka li Hewlêrê Stîv Fagîn amadebûn, dawî guhertinên siyasî di proseya siyasî ya Iraqê da gotûbêjkirin û nêrîn lidor rêyên pêkanîna hikumeta nû ya Iraqê lihev guhertin.

Di civînê de tekezî li ser pabendbûn bi hevbeşîya rasteqîn e di navbeyna nûnerên pêkhateyên Iraqê de hat kirin û her dû alî hev ra bûn ku, heya serrastkirina proseya siyasî ya Iraqê her dû alî, di şêwrî û peywendîyên berdewam de bin.

 

 

 

C.B