Xwepêşandaran avahiya Civata Parêzgeha Besre şewitandin
K24 – Navenda Nûçeyan
Xwepêşanderên parêzgeha Besre ya Başûrê Iraqê avahiya Civata Parêzgehê şewitandin.
Nûçegihanê Kurdistan 24 li Besre ragihand, bi dehan welatiyên wî bajarî bi ser avahiya Civata Parêzgehê de girtin û şewitandin.
Ji ber kêmiya elektrikê û nebûna ava paqij, xwepêşandanan careke din li wê parêzgehê destpê kirin e, ku jiber vexwarina av a pîs rojane 400 kes ji bo nexweşxaneyan tên veguhestin.
Xwepêşandan a Besre piştî nimêja Înê destpê kir û tê de welatiyan daxwaza xizmetguzariyên av û kehrebê kirin.
Ji aliyek din ve, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, di dem a çend rojên borî de zêdetirî 100 hezar sêt ava vexwarinê û derman gihand bajarê Besre û li ser welatiyên taxên hejar belav kir. Welatiyên wî bajarî spasiya xelkê Kurdistanê û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin.
C.B