NY metirsiya koçberbûnê ji Idlibê radighîne

Neteweyên Yekgirtî radighîne, metirsiya koçberbûna yek milyon zarokên Sûrî ji Idlibê heye

K24 – Navenda Nûçeyan

Neteweyên Yekgirtî radighîne, metirsiya koçberbûna yek milyon zarokên Sûrî ji Idlibê heye.

Rêvebirê programa hawarçûnê di rêxistina UNICEF a ser bi Neteweyên Yekgirtî ve Manuêl Fontîn ragihand, eger hikûmeta Sûriyê êrîşî parêzgeha Idlibê bike, metirsiya koçberbûna yek milyon zarok ji wê parêzgehê heye, û diyar jî kir, wan planek ji bo dayîna av û xwarinê ji bo 450 hezar, heta 700 hezar kesan daniye.

Navborî tekez kir ku, ew pêşbînî dikin ku di yekem hefteya êrîşê de nêzîkî 400 hezar kes ji wê parêzgehê derkevin û got, vê carê ew koçber dê ber bi Heleb, Hmis û Hemayê ve birevin.

Ligorî amarên ne fermî nêzîkî 3 milyon kes li parêzgeha Idlib a Sûriyê dijîn, ku nîvê wan koçberên parêzgehên Hmis, Der'a, Qunêtre, Şam û gundewarên wê ne.

 

 

C.B