Di 9'ê Îlonê de Kiristiyanî ji bo ayînê li Dêra Axtamarê bicivin
K24 – Wan
Li Dêra Axtamarê ya Wanê tê çaverêkirin ku di 9'ê Îlonê de, bi hezaran Kirîstyan ji bo Ayînê serdan bikin. Hem Kirîstyan, hem jî karsaz û esnafên Wanê ji vê biryarê kêfxweşiya xwe radigihînin.
Girav û Dêra Axtamara li Wanê, ji bo bajêr çavkaniyeke geştiyarî û danasînê ye, ji bo Kirîstyana jî mabeteke ayînê û dîrokiye. Heta sala 2013'an her sal di hefteya 2. Ya meha Îlonê de, bi hezaran Kirîstyanên li Turkiyeyê û Cihanê dihatin vê giravê û li dêrê ayîn dikirin. Ji ber rewşa nearam piştî 4 salan bi piştgiriya Parêzgariya Wanê dê îsal dîsa ew ayîn bê kirin.
Kirîstiyana Ermen Gayana Gevorkyan ku hemwelatiya Tirkiyê ye jî û li Wanê mala wê jî heye, radigihîne ku ji bo berhevhatin û pêkvejiyana bawerî û çandên cuda xebatên wiha gelek girîng e. Gevorkyan balê dikşîne ku Dêra Axtamarê ji bo Mesîhiyan girîng e û bang jî dike ku îsal Kirîstayan werin û ayîn û serdana li Axtamarê bikin.
Gayana Gevorkyan ji K24ê re got: "Piştî ku xaça Dêra Axtamarê hat lêxistin, ayîn destpê kiribûn, ji ber rewşa nearam û ewlehiyê 4-5 sal navber hatibû dayîn. Ez gelek kêfxweşim ku îsal dîsa dê ayîn bê kirin. Ermen bi vê mebestê dikarin werin û şûnwarên dapîr û bapîrên xwe bibînin. Dîsa ji bo Mesîhiyan jî derfete ku bên û Dêra Axtamarê bibînin ku bi raya min divê tekez jî bên û serdan bikin."
Geştiyarkar û Karsazên Wanê jî, ji vê hewldan û biryara parêzgariya Wanê kêfxweşiya xwe ragihandin û diyar dikin ku hem ji bo danasîn, hem jî ji bo aboriya bajêr ev xebat dê sûdbexş be.
Rêvebirê Geştiyarkarî yê Jura Pişesazî û Bazirganî ya Wanê VANTSO'yê Mûrat Beyaz jî, ji bo Kurdistan24 diyar kir ku Wan bi gelek aliyên xwe ji bo geştiyarî guncav e, lê Girav û Dêra Axtamarê ciyekî taybet e ji bo geştiyaran. Loma jî ev ayîn dê ji bo bajêr tevahî sûdbexş be.
Mûrat Beyaz dibêje: "Mirovên Kirîsyan yên li Ewrûpa û Emerîkayê bi vê mebestê dê bibînin ku Kirîstyan tên û li vir ayîna xwe dikin û ev jî nîşan bide ku ewlehiya wan heye ku werin û serdana vir bikin. Dê peyameke wiha jî bê dayîn ji bo cîhanê."
Li Dêra Axtamarê, teqrîben 95 sal ayîn nehatibû kirin û piştî ku nûjenkirina wê xilasbûbû, di sala 2010'an de xaça wê hatibû lêxistin û ayîn jî destpê kiribû. Li gor baweriya Mesîhiyan jî di hefteya 2. Ya Îlonê de, li Dêra Axtamarê ayîneke giştî tê kirin.