Aldar Xelîl: Me ne ji ber rêjîmê siyaseta TEVDEMê guhertiye

Aldar Xelîl: Guhertina siyaseta TEVDEMê ne ji bo rêxweşkirina danûstendinan bi rêjîma Sûryê re ye, lê ew guhertin ji encama serkeftinên me bûne.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Hevserokê berê yê Desteya Bicîkar ya Tevgera Civaka Demokrat (TEVDEM) Aldar Xelîl, di hevpeyvînekê de li gel malpereke nêzîkî PYDê ragihand, ku guhertina siyaseta TEVDEMê ne ji bo rêxweşkirina danûstendinan bi rêjîma Sûryê re ye û got: Ew guhertin ji encama serkeftinên me bûne.

Aldar Xelîl diyar kir, ku pêwîstiya qunaxa niha bi rêveberiyeke hevbeş ji bo tevahiya bakurê Sûryê heye, ku her yek ji Cezîrê, Kobanê, Reqa û Tebqa li xwe bigire.

Derbarê Efrînê xelîl got: Me Efrîn jibîr nekiriye û niha em kar li ser hemû astan dikin, ji bo rizgarkirina wî bajarî û pêwîstiya vê yekê bi rêxistinê heye.

N.O