Erdogan: Ji bo kirîna mûşekên S-400 ji ti kesî destûrê wernagrin

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Edogan ragihand, ew ji bo kirîna mûşekên S-400 ji ti kesî destûrê wernagrin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Edogan ragihand, ew ji bo kirîna mûşekên S-400 ji ti kesî destûrê wernagrin.

Erdogan îro di serdana xwe ya Kirgizîstanê de axivî û bi awayekî nerasterast bersiva Amerîkayê da. Serokomarê Tirkiyê got, ji ber kirîna mûşekên S-400 hinek alî xwe nerazî kirine. Lê ew guh nadin nerazîbûnan wan û dê pêwîstiyên xwe yên berevaniyê dabîn bikin. Ji bo kirîna S-400an destûrê ji ti kesî wernagrin.

Got jî: “Me digel Rûsya Peymana S-400an girê da. Hinek kes xwe nerazî dikin. Biborin. Em ji bo parastina xwe destûr ji ti kesî wernagrin. Em neçar in pêwîstiyên xwe dabîn bikin. Wan ji bo hevpişkiya hilberîna sîstemên berevaniyê deriyên xwe ji me re venekirin. Me jî digel Rusyayê lihev kir. Ji ber vê yekê mafê we nîn e hûn riya me bigirin.

Amerîka Tirkiye hişyar kiribû, heger Enqere dest ji plana kirîna sîstema bergîriyê S-400 ji Rûsyayê bernede, metirsî li ser girêbesta kirîna firokeyên şer ên F-35 çê dibe.

 

S. B