Erdogan: Em destûra kirrîna S-400 ji kesî nastînin

Serokê Tirkiyê bang li welatên cîhanê kir, ku ji bo bazirganiya di navbera xwe de, Dolar bikar neynin û got: Divê em dawî li desthilatdariya Dolar bînin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Serokê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan di serdana xwe ya Kirgizîstanê de, bi awayek nerasterê bersiva Amerîka da û li ser pirsa kirrîna mûşekên S-400 de got: Em neçar in xwe biparêzin û sîstemên berevaniyê ji xwe re peyda bikin. Em ji bo parastina xwe, destûrê ji ti kesî wernagirin.

Receb Tayib Erdogan got jî: Me li gel Rûsya girêbesta kirrîna mûşekên S-400 girê daye. Hin kes xwe nerazî dikin. Bibûrin, em ji bo parastina xwe destûrê ji ti kesî wernagirin. Em neçar in pêwîstiyên xwe peyda bikin.

Herwiha Erdogan diyar kir, ku berî niha Tirkiyê wan welatan daxwaza hevkariya berhemanîna sîstemên berevaniyê kiribû, lê wan deriyên xwe li ber Tirkiyê girtin, ji ber vê yekê, Enqera li gel Rûsya lihev kir, lewra jî, ne ji mafê wan e, ku rê li ber Tirkiyê bigirin.

Serokê Tirkiyê bang li welatên cîhanê kir, ku ji bo bazirganiya di navbera xwe de, Dolar bikar neynin û got: Divê em dawî li desthilatdariya Dolar bînin.

N.O