Penaber li ser Operasyona Idlibê çi dibêjin?

Penaberên ku ji deverên cuda yên Sûriyê ji neçarî berê xwe dan e Enqera ya paytext. Di nêrînên xwe yên bo Kurdistan24ê de rave dikin ku, rewşa welatê wan êdî nabe weke berê ...

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Sûriyê ev 7 salan zêdetir e şerê navxweyî berdevam dike û rejîma Sûriyê amadehiyên xwe yên berfireh dike ku li ser Idliba niha hêzên cuda yên opoziysona Suriyê lê dimînin operasyonekê pêk bîne. Tê diyarkirin ku dema operasyoneke leşkeri li ser Idlibê bê kirin wê 2 milyon û nîv kesên ku li wê derê dijîn bibin penaber.

Ev yek zêdetir Tirkiyê ya ku li cîhanê herî zêde penaberên Sûriyê lê dijîn dixe nava fikaran de. Penaberên ku ji deverên cuda yên Sûriyê ji neçarî berê xwe dan e Enqera ya paytext. Di nêrînên xwe yên bo Kurdistan24ê de rave dikin ku, rewşa welatê wan êdî nabe weke berê û dê xerabtir bibe, loma ew naxwazin wegerin welatê xwe.

Ahmed Huseyin Rezzîp -Penaberê Reqqayî

“Ev pênc sal zêdetir e ez li Tirkiyê û ev der ji Sûriyê xweştir e. Ez ne bawer im ku demeke nêz de li welatê me şer bi dawî bibe. Heta demek dirêj dê alozî bidomin”.

Rula Eburamaha - Penabera Helebî

“Li Sûriyê şer bi dawî bibe jî ez carek din venagerim wê derê. Welatê me tu caran êdî nabe weke berê. Loma şertên li vir zehmet bin jî ez naçim”.

Heci Evcu - Penaberê Rojavayî

“Em li vê derê ne debara me baş e. Em dixebitin û risqê zarokên me xwedê dide. Eb debara xwe dikin vir ji welatê me çêtir ev der”.

Ligel vê yekê li gorî Rêweberiya Renaberan a Tirkiyê heta sala 2028an tenê hejmara penbarên Sûrî li Tirkiyê dê 5 milyonan derbas bike. Sedema vê yekê jî ew e gelheya 3 milyon û nîv penaberên Sûrî ku li Tirkiyê dijîn her ku diçe zêde dibe. Li gorî daneyên Rêvebariya Penaberan di nava 5 salên dawî de hejmara zarokên sûrî ku li Tirkiyê ji dayîk bûne 500 hezarî derbas kiriye.

Penaberên sûrî yên ku çend zarokên wan li Enqerê ji dayîk bûne jî dibêjin, ji bo wan Tirkiye xweştir û ewletir e.

Ehmed Wahid Hecî Ehmed -Penaberê Idlibî

“Sê zarokên min hene yek ji wan li Enqerê xwedê da û du jî li vir dixwînin. Ez ne bawerim Sûriye bibe weke berê loma ezê li vir bimînim“.

Sera Mehmud Hemdan - Penabera Humusê

“Jîna li vê derê baştir e êdî ez tu carî venagerim Helebê. 5 zarokên min hene û du li vir hatin dinê. Ez li vê derê bi zarokên xwe re kêfxweş im”.

Sebir Ebdal - Penaberê Rojevayî

“Li vir xweş e em debara xwe dikin. Em bi komkirina kaxizan debara xwe dikin rewşa zarokên me jî rind e”.

Li gorî daneyên fermî ên Neteweyên Yekbûyî di sala 2011an roja ku li Sûriyê şerê navxweyî destpêkiriye heta niha ji 10 milyonî zêdetir Sûriyeyî bûne penaber û ji wê rojê pê ve meseleya penaberan weke kêşeya sereke ya Cîhanê her tê nîqaşkirin.

 

 

C.B