Li Reqayê di teqînekê de 3 endamên asayişê hatin kuştin
K24 – Navenda Nûçeyan
Sê endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayişa berê) li bajarê Reqayê di encama teqînekê de canê xwe jidest dan.
Malpera “Smartnews” a opozîsyona Sûriyê belav kir, şeva bûrî li nêzîkî yarîgeha el-Eswed a Reqayê otombîleke Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi bomebeyekê hate armanckirin, di encamê de 3 endamên wê canê xwe jidest dan û endameke jin jî birîndar bû.
Da zanîn jî, piştî teqînê Hêzên Ewlekariya Hundirîn 8 kes desteser kirin û piştî 3 demjimêran ew serbest berdan.
Wê malperê amaje bi wê yekê jî kir, roja Pênşema bûrî 30 Tebaxê Serokê Îstixbarata Leşkerî ya ser bi HSDê ve di navbera bajarê Reqayê û bajarokê Eyn Îsayê de di êrîşeke çekdarî de hate kuştin.
S. B