Yekem rûniştina parlemantoya Iraqê dest pê kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Parlemantoya Iraqê yekem civîna xula çaremîn bi beşdariya beşek mezin ji aliyên Iraqî, serkirdeyên siyasî yên Iraqê û parlemanteran dest pê kir.
Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm gotarek pêşkêş kir û xweşhaliya bi civîna yekem ya parlemantoya Iraqê derbirî, bo ew di dema destûrî ya diyarkirî de dest bi kar û çalakiyên xwe bike.
Herwiha got, civîna parlemantoyê bi salvegera serkeftina hêzên Iraqî bi ser teroristan re hevdem e û pêwîst e hemû Iraqî hevkar bin, bo rewşa niha ya Iraqê derbas bikin.
Piştre, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di gotarekê de daxwaz ji parlemantaran kir, ku hevkar bin û komek projeyên girîng dabirêjin, ji bo xizmeta dahatû û welatiyên Iraqê bike.
Herwiha got, di sala 2014an de dema wî postê serokwezîrtiyê wergirt, beşek ji xaka Iraqê hatibû dagîrkirin û artêşa û polîsa federalî ji têkçûnê ve nêzîk bûbûn û pirsgirêka taîfî bi ser Iraqê de hatibû. Ebadî got jî: “Dikarim bi şanazî bibêjim, di serdemê me de DAIŞ hat têkşikandin.”
Piştre, parlemanterên xula çarem çûna hola civînan a Parlemantoyê, bo sûnda yasayî bixwin. Rûniştin ji aliyê parlemanterê ku temenê wî mezintir e Mihemed Elî Zeydiye birêve diçe.
Her çend e li gor destûr divê di vê rûniştinê de Desteya Serokatiya Parlemantoyê bê hilbijartin, lê çavdêr pêşbînî dikin ku ew yek nebe û rûniştin vekirî bimîne, ji ber ku hêzên siyasî li ser diyarkirina postan yekalî nebûne.
S. B