Hevpeymaniya Sairûn mezintirîn kutleya perlemanî ragihand

Hevpeymaniya Sairûn a Muqteda Sedir, pêkanîna mezintirîn kutleya perlemanî di Perlemana Iraqê de ragihand û tekez kir, ku ewê kar li ser pêkanîna Hikûmeta nû, di dema diyarkirî de bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Îro Hevpeymaniya Sairûn, ku rêberê Şepêla Sedir (Muqteda Sedir) serkêşiya wê dike, pêkanîna mezintirîn kutleya perlemanî di Perlemana Iraqê de ragihand û tekez kir, ku ewê kar li ser pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê, di dema diyarkirî de bikin.

Hevdem li gel wê yekê, îro yekemîn rûniştina gera çarem a Perlemana Iraqê bi beşdariya beşekî ji aliyan û perlemanteran destpê kir, lê piştî merasîma sûndxwarinê, perlemanterên PDK û YNK ji civînê vekişiyan, piştre perlemanterên Dewleta Yasa û yên Hevpeymaniya Fetih û çend aliyên Sunne jî, ji civîna perleman vekişiyan.

Ji encama derketina hejmareke mezin ji perlemanteran, Peyamnêrê K24ê ragihand, ku rûniştina perleman ji bo cara diwem hat paşxistin, ji ber ku rêjeya yasayî temam nebû.    

Di rûniştinê de, her yek ji serokê Iraqê Fûad Meisûm, serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û serokê berê yê Perlemana Iraqê Selîm Cibûrî gotarên xwe pêşkêş kirin.

N.O