Îran bi riyeke nihênî çekan dişîne Sûryê

Tora Fox News: Firokeyeke Îranî ji aliyê bakurê Lubnanê ve, riyeke nû bikar anî daku derbasî ezmanê wî welatî bibe, ku berî niha ti firokeyê ew rê bikar neaniye.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Tora Fox News ya Amerîkî ji ser zimanê hin jêderên hewalgiriya welatên Rojavayî veguhestiye, ku Hikûmeta Îranî bi firokeyên sivîl û riyên nihênî çekan derbasî Lubnanê dike.

Wan jêderan diyar kirin, ku di 9ê Tîrmeha derbasbûyî de, firokeyeke kompaniya (Qeshm) ya Îranî ji corê Boeing 747, ji bingeheke ezmanî li Îranê firiya û ji bo demeke kin li firîngeha Şama paytexta Sûryê rawestiya, piştre di riyeke ezmanî nû de, berê xwe da firîngeha Beyrûta paytexta Lubnanê û demjimêr 4ê êvarî bi dema Lubnanê li firîngeha Beyrûtê daket.

Li gorî rapora Tora Fox News, ew firokeya Îranî ji aliyê bakurê Lubnanê ve, riyeke nû bikar anî daku derbasî ezmanê wî welatî bibe, ku berî niha ti firokeyê ew rê bikar neaniye.

Li ser vê yekê, jêderekî ji hewlagiriya Lubnanê, ku nexwest navê wî bê eşkerekirin, tekez kir, ku Îran dixwaze riyên nû bikar bîne, daku bi dizî çekan ji bo Hizbullahê derbasî Lubnanê bike.

Herwiha jêderên hewalgiriya welatên Rojavayî diyar kirin, ku firokeya Îranî barek ji pêkhateyên çekên pêşketî derbasî firîngeha Beyrûtê kir, bi mebesta ku li kargehên xwe yên serbazî li nav Lubnanê, çekên pêşketî ji wan pêkhateyan berhem bîne.

Di roja 2 Tebaxa derbasbûyî de jî, firokeyeke din ji Îranê rabû û demjimêr 5:59 yê sibehê li firîngeha Beyrûtê daket.

Heman jêderan diyar kirin, ku di geşta diwem de, firokeya Îranî berê xwe neda Sûryê, lê dîsan bi riyên nû berê xwe da Lubnanê.

N.O