Civîna parlemantoya Iraqê hat paşxistin

Parlemantoya Iraqê di civîna îro de biryar da, rûniştina bê ya parlemantoyê ta roja 15ê Îlonê were paşxistin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlemantoya Iraqê di civîna îro de biryar da, rûniştina bê ya parlemantoyê ta roja 15ê Îlonê were paşxistin.

Li gor zanyariyan, sedema paşxistina civên ew e, ta wê demê Desteya Serokatiyê derfetê bide hêz û aliyên siyasî, ji bo mezintirîn koma parlemantoyê pêk bînin û bo pêkanîna hikûmeta nû bigihin rêkeftinekê.

Ji aliyekî din ve, Peyvdarê Tevgerê Hîkme Nofel Ebû Rexîf di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, bi beşdariya Kurd ligel Hevpeymaniya “Çaksazî û Avedankirinê” pirsa pêkanîna mezintirîn kom yekalî dibe.

Gor jî, hejmara koma “Çaksazî û Avedankirinê” gihîştine 188 endamî, heger Kurd jî tevlî wê bibe, pirsa mezintirîn koma parlemantoyê yekalî dibe.

Lê wek Ebû Rexîf amaje pê dike, Kurd daxwaza demeke zêdetir kiriye, ta helwesta xwe yekalî bike.

 

S. B