PDK-S û Pêşverû tekeziyê li ser nêzîkbûn û hevrêziya tevgera siyasî ya Kurdî dikin

Her du polîtburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) û Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (Pêşverû) tekeziyê li ser jihevnêzîkbûna di navbera aliyên partiyên Kurdî de dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Her du polîtburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) û Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê (Pêşverû) tekeziyê li ser jihevnêzîkbûna di navbera aliyên partiyên Kurdî de dikin.

Îro li bajarê Qamişlo Polîtburoya PDK-S bi serokatiya Sekreterê Giştî Siûd Mela û Polîtburoya Pêşverû bi serokatiya Sekreterê Giştî Hemîd Hac Derwîş li hila Dr. Nûredîn Zaza ya Partiya Pêşverû civiyan. Piştî civînê jî di daxuyaniyekê de naveroka civîna xwe aşkere kirin.

Li gor daxuyaniyê, her du aliyan dawî pêşhatên siyasî li ser asta niştimanî ya Sûrî û li ser asta netewî ya Kurdî gotûbêj kirin.

Her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya nêzîkbûn û hevrêziyê di navbera aliyên siyasî yên tevgera Kurdî kirin. Herwiha tekezî li ser wê jî kirin, kar ji bo nehîştina nakokiyan di vê qonaxa niha ya hestiyar a ku Sûriye û doza netewî ya Kurdî tê re derbas dibe, bikin.

Di dawiyê de her du aliyan PDK-S û Pêşverû lihev kirin ku hevdîtinên di navbera wan de berdewam bikin.

S. B