Li Besrayê xwepêşandan.. 5 kes hatin kuştin

Ji ber xwepêşandanên li bajarê Besrayê, rewşa ewlehiyê ber bi xirabiyê ve diçe û di xwepêşandanê de ta niha 5 kes hatine kuştin û nêzîkî 30 kesî birîndar bûne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji ber xwepêşandanên li bajarê Besrayê, rewşa ewlehiyê ber bi xirabiyê ve diçe û di xwepêşandanê de ta niha 5 kes hatine kuştin û nêzîkî 30 kesî birîndar bûne.

Îro li Besrayê xwepêşandanan dest pê kir û xwepêşander bi ser avahiya parêzgeha Besrayê ketin û agir pê xistin.

Li gor zanyariyan, ta niha ji ber aloziya di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşanderan de, 5 kes hatine kuştin û nêzîkî 30 kesî birîndar bûne.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di biryareke bilez de, Rêveberiya Polîsa Besrayê ji kar dûr xist.

Herwiha Heyder Ebadî bilez jî gihîşt bajarê Besrayê, bo çavdêriya rewşa ewlehiyê bike.

Ji aliyê xwe ve, Fermandariya Operasyonên Parêzgeha Besrayê, biryara çûnûhatinê ta sibe li bajarê Besrayê ragihand.

 

 

S. B