Israîl: Her hefteyekê em du caran êrîşî Sûryê dikin

Di daxuyaniyekê de, Artêşa Israîlî ragihand, ku firokeyên wê, di nava du salên derbasbûyî de, 200 carî êrîşî bingehên Îranî li nav Sûryê kirine.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Di daxuyaniyekê de, Artêşa Israîlî ragihand, ku firokeyên wê, di nava du salên derbasbûyî de, 200 carî êrîşî bingehên Îranî li nav Sûryê kirine.

Artêşa Israîlî diyar kir, ku di wan êrîşan de, derdora 800 mûşek û bombeyan hatine bikaranîn û piraniya wan êrîşan li dijî bingehên Supaya Pasdaran, komgehên çekan û li dijî barên mûşekên pêşketî hatin kirin, ku biryar bû, Îran wan mûşekan derbasî Lubnanê bike û wan radestî Hizbullahê bike.

Di daxuyaniyeke balkêş de jî, Wezîrê Hewalgiriya Israîlî diyar kir, ku hêzên wan ên ezmanî, di her hefteyekê de, du caran êrîşî bingehên Îranî li nav Sûryê dikin û got: Armanca me ji wan êrîşan, em rê li ber Îranê bigirin daku ji nav Sûryê êrîşî Israîl neke.

Ji aliyê xwe ve, rojnameya (Yediot Ahronot) a Israîlî, ji ser zimanê jêderekî serbazî veguhestiye, ku ji encama wan êrîşên tund ên Israîlî,  hêzên Îranî 80 kîlometran ji sînorên Israîlê dûr ketine û bingehên ku li ser sînorên Israîl danîbûn, valakirine. Herwiha wan êrîşan rê li ber gihandina çekan ji Hizbullahê re girtin.

Wî jêderî behsa xaleke din a balkêş kir, ku di encama êrîşên Israîlî de li Sûryê, nêzîkî 1000 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û bi gotina wî, Israîl bi vê yekê alîkarî di şikandina DAIŞê de kiriye.

N.O