Serok Barzanî: Em piştevaniya xelkê Besra dikin

Serok Barzanî dilgraniya xwe li ser kuştina hin xwepêşanderên Besra ragihand û hevxemiya xwe li gel malbatên qurbaniyan da xuyakirin û hêviya başbûneke bilez ji birîndaran re xwest.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Serok Barzanî dilgraniya xwe li ser can jidestdana hejmarekê ji xwepêşanderên Besra ragihand û hevxemiya xwe li gel malbatên qurbaniyan da xuyakirin û hêviya başbûneke bilez ji birîndaran re xwest.

Di daxuyaniyekê de, Serok Barzanî dibêje: Xwepêşandan û derbirîna nerazîbûnê ji mafê xelkê ye, di heman demê de, ji mafê xelkê Besra ye jiyaneke baştir bijîn. Cihê mixabiniyê ye, ku li zengîntirîn bajarên cîhanê, ava vexwarinê bi dest xelkê nekeve û nexweşî di nav wan de belav bibin.

Serok Barzanî diyar kir, ku ti carî nazî û hezkirina xelkên bajarê Besra jibîr nake, dema ku bi germî pêşwaziya Barzaniyê Nemir û hevalên wî kirin, ku ji ber xebata li dijî sitem û cudabûnê ji bo demeke dirêj çûbûn Yekîtiya Sovîyêtê.

Di dawya daxuyaniyê de Serok Barzanî hêvî xwest, rêz li mafên xelkên Besra bê girtin û daxwazên wan bên bicîkirin, daxwaz ji xwepêşanderan jî kir, bi awayekî aştiyane û dûr ji tundiyê xwepêşandanan bikin.

Herwiha Serok Barzanî got jî: Bi piştrastî, xelkên Herêma Kurdistanê tiştê  ji destê wan bê, wê ji bo gihandna alîkariyan ji welatiyên Besra re bikin.

N.O