Twitter dikare account a Serok Trump bigre
K24 – Navenda Nûçeyan
Berpirsiyara beşê dadweriyê ya medya civatî (sosyal medya) Twitterê Vijaya Gadde destnîşankir ku, ger mercên Twitterê bicîh neyîn e dikarin Twitter a Serokê Amerikayê Trump jî bigrin.
Vijaya Gadde anî ziman ku, mercên giştî yên Twitter hene û ev merc ji her bikarêner ê Twitterê re derbas dibe, ev merc ji bo Serok Trump jî derbas dibin.
Serok Trump medya civatî Twitterê bi awayek berfereh bikar tîn e û zêdeyî 50 milyon şopînerên wî hene.
Rexnegîrên Serokê Amerikayê didin diyarkirin ku, Trump zimanek tund bikar tîn e û ev yek ne ligor mercên Twitterê ye û hêvî dikin, account a Trump li Twitter bê girtin.
C.B