Xwepêşanderan bendar Um Qesir girtin

Xwepêşanderên Besrayê, deriyên bendera Um Qesr li başûrê Iraqê bi temamî girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Xwepêşanderên Besrayê, deriyên bendera Um Qesr li başûrê Iraqê bi temamî girtin.

Berpirsekî bendera Um Qesir li başûrê Iraqê ragihand, xwepêşanderan deriyê sereke yê benderê temamî girtin.

Di riya bendara Um Qesir a li ser Kendava Erebî re, tene, meywe, şekir û pêwîstiyên xwarinê ji welatên cîhanê derbasî Iraqê dibin.

Her di wê çarçovê de, xwepêşanderan riya sereke ya di navbera deverên Tenome û Eşar girtin û li pêş Qeymeqamiya qezaya Şet Ereb kom bûn.

Herwiha medyaya Iraqê diyar kirin, xwepêşanderan riya sereke ya di navbera bajarl Emare – herêma Kermê jî li bakurê Besrayê girtin.

Demek e li parêzgeha Besrayê ji ber nebûna av, kehrebe û xizmetguzariyan xwepêşandanan destpê kiriye û xwepêşanderan pêr jî avahiya parêzgariyê şewitandibûn.

ji encama çêbûna aloziyan û bikaranîna hêzê li dijî xwepêşandanên xelkê Besra, pêr 6 xwepêşander hatin kuştin û bi dehan xwepêşander birîndar bûbûn.

Nûnerê Sekreterê Giştê yê NY yê taybet bo Iraqê Jan Kubiş di daxuyaniyekê de daxwaz ji desthilatên Iraqê dike ji bikaranîna hêzên li dijî xwepêşanderan dûr bikeve.

Kubiş daxwaz kir jî, ku hikûmeta Iraqê hewlên xwe yên zêde ji bo cibicîkirina daxwazên xelkê bike.

 

S. B