Petrola Kerkûkê nakokiyan di nav Amerîka û Iraqê de çêdike

Pisporên siyaseta derve ya Amerîka dibêjin: Bandora bihêz a Îranê li ser Iraqê, bûye zengilê metirsiyê li ser berjewendiyên Amerîka.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Li gorî rêketinekê di navbera Bexda û Taranê de, ku piştî dagîrkirina Kerkûkê herdu aliyan îmzekiribûn, wê Iraq rojane 60 hezar bermîl ji petrola Kerkûkê hinardeyî Îranê bike û niha ew rêketin bi fermî ketiye warê bicîkirinê de, li ser vê yekê, şêwirmendê berê di Wezareta Derve ya Amerîka de (David Pollak) ragihand, ku Amerîka di dayina biryarê li ser vê pirsê, lezzê nake, ji ber ku divê berpirsên taybet ên Amerîkî û Iraqî li ser vê mijarê gotûbêjan bikin.

Amerîka di dema derbasbûyî de, eşkere gef li Hikûmeta Iraqê kir, ku çênabe ti pêwendiyeke bazirganî li gel Îranê bike û heger ew rêketina şandina petrolê were bicîkirin, wê Iraq sizayên Amerîkî li ser Îranê binpê bike.

Pisporên siyaseta derve ya Amerîka dibêjin: Bandora bihêz a Îranê li ser Iraqê, bûye zengilê metirsiyê li ser berjewendiyên Amerîka.

Ji aliyê xwe ve, çalakvanê siyasî (Kazim El-Waîlî) ji Washingtonê ji K24ê re got: Îran her ûher li Iraqê dimîne, Îran welatekî mezin û hêzên wê yên çekdarî li nav Iraqê hene, mîlîşyayên wê bandorekê mezin li ser Iraqê dikin.

N.O