Îro xwepêşandanên (Îna Xezebê) li Besra birêv diçin
K24 - Navenda Nûçeyan.
Rêkxerê xwepêşandanên Besra ji Kurdistan24ê re got: Îro xwepêşandanên berifreh wê bên rêxistin û di bin navê (Îna Ingirînê) de wê bên encamdan.
Ev çendîn roj in xwepêşandan li Besra berdewam in û di bîst û çar demjimêrên derbasbûyî de, xwepêşanderan çendîn avahiyên Hikûmî û bi dehan baregehên mîlîşyayên ser bi Îranê ve şewitandin.
Ji aliyekî din ve, biryar e sibe Perlemana Iraqê derbarê rewşa parêzgeha Besra civîneke neasayî lidar bixe.
Li gorî medya Iraqî, daxwaz ji serokwezîrê karbirêvebir ê Iraqê (Heyder Ebadî) hatiye kirin, ku di civîna perleman de amade bibe.
N.O