Baregaha HDK li Koyê hat bombebarankirin

Baregeha sereke ya Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Rojhilatê Kurdistanê (HDK) bi mûşekan hat armanckirin, li gor zanyariyan şehîd û birîndar hene.

K24 – Navenda Nûçeyan

Baregeha sereke ya Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (HDK-Î) bi mûşekan hat armanckirin, li gor zanyariyan şehîd û birîndar hene.

Berpirsê ewlehiyê yê HDK Karo Resûl ji K24ê re ragihand, nêzîkî 10 mûşekan baregeha HDKê ya li Koyê hat armanckirin û hejmarek ji şehîd û birîndaran hene.

Karo Resûl da zanîn, ta niha hejmara şehîd û birîndaran nayê zanîn û dûman jî hîna ji baregeha wan hildikişe.

Li gor zanyariyên ne fermî, ta niha 5 kes şehîd bûne û 35 jî birîndar bûne.

Berpirsên HDKê dezgehên ewlehî û hewlgîriya Îranê bi encamdana vê êrîşê tometbar dikin.

Li gor zanyariyan, Polîtburoya Partiya Demokrat a Rojhilatê Kurdistanê (HDK) û Fêrgeha Siyasî û Nizamî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Îran (HDK-Î) bi mûşekan hatine armanckirin.

Piştî êrîşa meha Tebaxa 1996an li ser baregehên partiyên demokrat ên Rojhilatê Kurdistanê li Koyê, êrîşa îro ya ser baregehên her du partiyan HDK û HDK-Î bi mezintirîn êrîşa mûşekî tê hejmartin.  

 

S. B