Çalakvanê Kurd Ramîn Husên Penahî hat bidarvekirin

Girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn Husên Penahî îro ji aliyê rêjîma Îranê ve hatiye bidarvekirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn Husên Penahî îro ji aliyê rêjîma Îranê ve hatiye bidarvekirin.

Birayê girtiyê Kurd Ramîn, Emced Husên Penahî ji K24ê re ragihand, ragihand, Ramîn îro danê sibê li girtîgeha Recayî Şehr ya bajarê Kerecê hat bidarvekirin û desthilatên Îranê termê Ramîn radestî malbata wî nekir.

Ramîn Husên Penahî di 23/6/2017an de, bi tometa endamtiyê di partiyeke siyasî de li Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê Hikûmeta Komara Islamî ya Îranê ve hatiye girtin û di 25/1/2018an de, sizaya bidarvekirinê li wî hat birîn.

Hejmareke mezin ji çalakvan û rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên navdewletî, daxwaz ji Îranê kirin ku sizaya bidarvekirinê li ser Ramîn Husên Penahî bê rawestandin, lê desthilata dadwerî ya Îranê îro ew biryar cibicî kir.

Tê gotin ku tirsa wê heye girtiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê Loqman û Zanyarî Muradî jî bên darvekirin.

 

S. B