Agir bi ferna Amûdê ket
K24 – Navenda Nûçeyan
Agir bi Firna sereke ya bajarokê Amûdê ya Rojavayê Kurdistanê ket û li gor zanyariyan ti ziyanên canî nebûne.
Peyamnêrê K24ê li Qamişlo da zanîn, îro agir bi deboya sotemeniyê ya Firna sereke ya bajarokê Amûdê ket û ta niha tîmên agirkuj hewla vemirandina wî agirî didin.
Derbarê ziyanên ji encama agir de, peyamnêrê me da zanîn, ti ziyanên canî nebûn û tenê ziyan madî bûn.
Ta niha sedema vêketina agir nehatiye zanîn.
S. B