Îranê Luqman û Zanyar Muradî jî bidave kirin

Ajansa “Fars News” ragihand, desthilatdarên Îranê îro her du çalakvanên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê Luqman û Zanyar Muradî jî bidave kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ajansa “Fars News” ragihand, desthilatdarên Îranê îro her du çalakvanên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê Luqman û Zanyar Muradî jî bidave kirin.

Ev du çalakvanên Kurd ku pismanên hev in, ji heyama 9 salan ve bi tometa karê siyasî di zîndanê de bûn.

Birayê girtiyê kurd Ramîn Husên Penahî, Emced Husên Penahî di tora xwe ya civakî facebookê de nûçe piştrast kir û ragehand: ‘’Îro serê sibê li gel Ramîn li girtîgeha Recayîşehr a Kerecê Zanyar û Luqman Muradî jî hatin darve kirin.’’

Bidarvekirina Luqman û Zanyar Muradî di demekê de ye, îro Emced Penahî ji K24ê re dabû diyarkirin, ku desthilatên Îranê îro çalakvanê Kurd Ramîn Husên Penahî bidarve kirine.

 

S. B