Qamişlo.. 11 ji rêjîmê û 7 ji asayişê hatin kuştin
K24 – Navenda Nûçeyan
Îro li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê şer û pevçûn di navbera Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayiş) û hêzên ser bi rêjîma Sûriyê de derket, di encamê de 11 leşkerên rêjîmê hatin kuştin.
Hêzên Ewlehiya Hundirîn di daxuyaniyekê de aşkere kir, îro 3 otombîlên leşkerî yên hêzên ser bi rêjîma Sûriyê ve derbasî nava Qamişlo bûn û hejmarek ji xelkê bajêr desteser kirin û dema di xaleke Ewlehiya Hundirîn re derbas bûn, teqe lê kirin.
Daxuyaniyê da zanîn, di encama bersivdana ji aliyê Hêzên Ewlehiya Hundirîn de, 11 endamên rêjîma Sûriyê hatin kuştin û 2 endam jî birîndar bûn.
Hêzên Ewlehiya Hundirîn amaje bi wê jî kir, di şer de jî 7 endamên Hêzên Ewlehiya Hundirîn canê xwe jidest dan û endamek jî birîndar bû.
S. B