Nazim Debax: Êrîşa Koya karvedana Îranê li dijî çalakiyên HDKê bû

Nazim Debax: Îranê berî niha hişyarî ji tevger û çalakiyên HDKê li nav Rojhilatê Kurdistanê dabû, ev êrîş wek bersivekê bû derbarê ew êrîşên ku HDK li Merîwan û Şino encam dabû.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îranê (Nazim Debax) ragihand, ku êrîşa mûşekî li ser bargehên Hizba Demokrat a Kurdistanê (HDK) li bajarê Koya, bersiva Taranê bû, li ser tevger û çalakiyên vê dawiyê yên Hizba navhatî li nav Rojhilatê Kurdistan û Îranê.

Nazim Debax di daxuyaniyekê de ji bo ajansa Îrna, derbarê êrîşên îro li ser bargehên Hizba Demokrat a Kurdistanê (HDK) ragihand, ku HDK di dema dawî de, li Merîwan û Şino û hin cihên din, tevgereke zêde kiriye û ev êrîş karvedanek bû li dijî wê tevgerê.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir, ku Hikûmeta Îranê berî niha hişyarî ji tevger û çalakiyên HDKê li nav Rojhilatê Kurdistanê dabû, ev êrîş wek bersivekê bû derbarê ew êrîşên ku HDK li Merîwan û Şino encam dabû.

N.O