Kosret Resûl peyamek derbarê bordûmana Koya belav kir
K24 - Navenda Nûçeyan.
Cîgirê sikirtêrê giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (Kosret Resûl Elî) peyamek derbarê bordûmana îro, li dijî baregehên herdu Hizbên Demokrat (HDK) û (HDKÎ) belav kir û ew êrîş şermezar kir.
Di peyama xwe de, Kosret Resûl dibêje: Dîrokê piştrast kiriye, ku ne şerê çekdarî, ne topbaran û bordûmanê, ne zindanîkirin û ne bidarvekirinê, nekarîne doza rewa ya gelê Kurd bidawî bîne, lewra take çareseriya rastiyane û riya şahane ya gihiştina Kurdan bi mafên xwe û vegerandina rewşa aramî û aştiyê ji navçeyê re, tenê diyalog û gotûbêj û kombûna me hemûyan e, ji bo dîtina çareseriya aştyane ye.
Têksta peyamê:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
"Malbatên serbilind ên şehîdên karesata 8ê Êlûnê
Gellekî bi xemgînî, îro li Koya Îran topbarana baregehên herdu Hizbên Demokrat kir û di encamê de, dehan serkirde û kadîrên qareman şehîd bûn û hejmarek ji jin û zarok û welatiyên sivîl birîndar bûn, li vir û di heman dema ku em vê topbaranê derheqê herdu hizbên Demokrat şermezar dikin, em serexoşî û hevxemiya xwe ya kûr beramberî malbatên şehîdên karesata 8ê Êlûnê didin xuyakirin û hêviya zû başbûnê ji birîndaran re dixwazin.
Dîrokê piştrast kiriye, ku ne şerê çekdarî, ne topbaran û bordûmanê, ne zindanîkirin û ne bidarvekirinê, nekarîne doza rewa ya gelê Kurd bidawî bîne, lewra take çareseriya rastiyane û riya şahane ya gihiştina Kurdan bi mafên xwe û vegerandina rewşa aramî û aştiyê ji navçeyê re, tenê diyalog û gotûbêj û kombûna me hemûyan e, ji bo dîtina çareseriya aştyane ye.
Em ji hemû aliyan dixwazin Herêma Kurdistan neken meydana milmilaneya siyasî û serbazî li navçeyê, ji ber ku Kurdistan di rewşeke hestyar de derbas dibe.
Kosret Resûl Elî
Cîgirê sikirtêrê giştî
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
N.O