Hizba Demokrat navê "Şehîdên" bordûmana îro belav dike
K24 - Navenda Nûçeyan.
Komisyonî Siyasî ya Nîzamî ya Hizba Demokrat a Kurdistanê (HDK), di daxuyaniyekê de nav û nasnavên "Şehîdên" Îro yên bordûman Koya belav kir.
Ew daxuyanî, di malpera Hizba Demokrat a Kurdistanê (HDK) belav bûye û têde hatiye, ku di bordûmankirina baregehên Hizba Demukrat a Kurdistan (HDK) û Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê (HDKÎ), li Koya ku bi (Keleha Demokrat) tê naskirin, 14 Pêşmerge "Şehîd bûne" û 40 kes birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniyê, du Pêşmerge heya niha windayî ne û ti şûnwarek ji wan re nehatiye dîtin.
Têksta daxuyaniyê:
"Di êrîşa mûşekî ya îro ya Komara Islamî li ser Keleha Demokrat bi mixabinî ve 14 kadir û têkoşerên demokrat şehîd bûn û nêzîk 40 kesî birîndar bûn. Navên Şehîdan ev in:
1- Kerîm Mehdewî (Kerîm Seqizî), Endamê Komîta Navendî ya HDK.
2- Ibrahîm Ibrahîmî (Birayim Zîweyî), Endamê Komîta Navendî ya HDK.
3- Nesrîn Hedad, Endama Komîta Navendî ya HDK.
4- Rehman Pîrotî, Endamê Komîta Navendî ya HDK.
5- Suheyla Qadirî, Endama Cîgir a Komîta Navendî ya HDK.
6- Haşim Ezîzî, Endamê Cîgir ê Komîta Navendî ya HDK.
7- Osman Osmanî, Têkoşerê dêrîn HDK.
8- Kerîm Resûlzade (Mam Şêrko), Têkoşer dêrîn yê HDK.
9- Hawrê Karsaz (Hawrê Şêxanî), Kadirê HDK.
10- Pêşewa Seyd Umer, Pêşmerge.
11- Cemal Ekberî, Pêşmerge.
12- Mensûr Ekberî Pûr, Pêşmerge.
13 - 14– Du Pêşmergeyên Hizba Demokrat a Kurdistana Îran (HDKÎ), li fêrgeha Hizbê bûn, lê heya niha navên wan bi fermî nehatine ragihandin.
N.O