Bi vîdyo.. Êrîşa mûşekî ya Îranê li dijî HDK û HDKÎ bibînin

Supaya Pasdaran: Êrîş ji aliyê yekeya mûşekî ya Supaya Pasdaran, bi beşdariya firokeyên bê firokevan, hat encamdan

K24 - Navenda Nûçeyan.

Supaya Pasdaran a Îranê berpirsatiya xwe li ser êrîşa li dijî baregehên HDK û HDKÎ li Koya ragihand, ku di encamê de, 54 kes ji endamên herdu partiyan bûn qurbanî.

Di daxuyaniyekê de, Supaya Pasdaran ragihand, ku wan bi heft mûşekên kurtavêj, êrîşî kombûneke serkirdeyên Hizbên demokrat kir û di daxuyaniya xwe de, Supaya Pasdaran wan serkirdeyên HDK û HDKÎ bi terorîst binav dike.

Supaya Pasdaran dibêje: Me ew navend wêran kir, ku têde pîlan li dijî ewlehiya netewî ya Îranê dihat danîn.

Îranê eşkere kiriye, ku "Êrîş ji aliyê yekeya mûşekî ya Supaya Pasdaran, bi beşdariya firokeyên bê firokevan, hat encamdan".

Roja Şemiyê, 8ê Êlûna 2018an, (Keleha Demokrat) ku baregehên Hizba Demokrat a Kurdistana Îran (HDKÎ) û Hizba Demokrat a Kurdistanê (HDK) lê hene, ji aliyê Îranê ve hat mûşekbarankirin, li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, heya niha 14 kesan canê jidest dane û 40 kesên din birîndar bûne.

N.O