Berpirsekî Rûsî: Bi nihênî kar ji bo operasyona Idlibê tê kirin

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya (Oleg Syromolotov) ragihand, ku kar ji bo operasyona Idlibê, bi awayekî nihênî tê kirin û niha ew tu zanyariyan eşkere nakin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya (Oleg Syromolotov) ragihand, ku kar ji bo operasyona Idlibê, bi awayekî nihênî tê kirin û niha ew tu zanyariyan eşkere nakin.

Oleg Syromolotov ji ajansa Sputnik a Rûsî re ragihand, ku amadekariyên operasyona rizgarkirina Idlibê ji aliyê Artêşa Sûryê û Rûsya ve tên kirin û ewê di demeke nêzîk de, wê parêzgehê ji destê terorîstan rizgar bikin.

Syromolotov diyar kir, ku di operasyonê de, ewê aliyê mirovî li ber çavan bigirin.

Tekez jî kir, ku komên tundrew yên li Idlibê, karin çekên kîmyawî çêkin û piştevaniya wan ji dereve tê kirin.

Berî niha jî, Wezareta Derve ya Rûsya ragihndibû, ku ketîbeyên ser bi opozisyona Sûryê ve, bi alîkariya dezgeha hewalgiriya Birîtanya, gazên kîmawî li Idlibê kom kirine daku li dijî sivîlan bikar bînin û piştre hêzên rêjîmê tometbar bikin, daku bi wê bihaneyê Amerîka êrîşî Sûryê bike.

Li aliyekî din, ji tirsa operasyona rêjîma Sûryê, bi hezaran welatiyên sivîl ji gundewarê Idlibê, ber bi navçeyên Helebê û sînorên Tirkiyê ve reviyane.

N.O