Şandeke Fransî bi nûnerên ENKSê re civiya

Şandeke Fransî ligel nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ên di Îtîlafa opozîsyona Sûriyê li Stenbolê civiya. Endamekî ENKSê dibêje, şanda Fransî ji wan re gotiye, ew kar dikin ku roleke Kurdan li gor hejmara wan di komîta nivîsandina destûra Sûriyê ya nû de hebe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandeke Fransî ligel nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ên di Îtîlafa opozîsyona Sûriyê li Stenbolê civiya. Endamekî ENKSê dibêje, şanda Fransî ji wan re gotiye, ew kar dikin ku roleke Kurdan li gor hejmara wan di komîta nivîsandina destûra Sûriyê ya nû de hebe.

Şandeke Fransî ku ji Nûnerê  Serokê Fransayê ji bo Sûriyê François Semino û Cîgirê Konsolê Fransayê li Stenbolê Vibris Deplicin û pisporê di karûbarên Rojhilata Navîn di Wezareta Derve ya Fransayê de Pierre Arnault Blunchard pêk dihat serdana nûnertiya ENKSê di Îtîlafa opozîsyona Sûriyê de ya li Stenbolê kir.

Endamê ENKSê Şelal Gedo ji K24ê re ragihand, şanda Fransî ji wan re ragihandiye ku ew bi Şanderê Navdewletî bo Sûriyê Staffan De Mistura re kar dikin ku roleke Kurdan li gor hejmara wan di komîta nivîsandina destûra Sûriyê ya nû de hebe.

Da zanîn jî, şanda Fransî diyar kir ku “Sîstema Nenavendî” ji bo Sûriyê egerek e ku mafê Kurd ê diyarkirina çarenivîsê di Sûriyeya pêşerojê de dabîn bike.

Herwiha Şelal Gedo got jî, şanda Fransî amaje bi rewşa Efrînê kir û tekez kir, binpêkirinên ku li Efrînê ji aliyê grûpên çekdar ve tên kirin, ne rewa ne.

Ji aliyê xwe ve, aliyê ENKSê tekezî li ser birine biryaran bi awayekî tewafiqî û çarserkirina doza Kurdî li Sûriyê di destûrê de kir, ta ku mafên Kurdî nebin dîlê perensîpa (piranî û kêmanî) di Sûriyeya pêşerojê de.

Li ser egera destpêkirina operasyona Idlibê jî nûnerên ENKSê tekezî li ser pêwîstiya parastina xelkê Idlibê û bandora wê operasyonê li herêma Efrînê kirin, ku egera xelkekî zêde ji Idlibê koçberî Efrînê bibe.

Ji aliyê ENKSê ve Ebdilbasit Hemo, Şelal Gedo, Hewas Egîd, Zuhêr Mihemed û Şêxmûs Ico di civînê de amade bûbûn.

 

S. B