Qasim Silêmanî gefa dubarekirina êrîşan dike

Qasim Silêmanî piştevaniya xwe ji bo êrîşa li ser baregehên HDK û HDKÎ li Koya ragihand û gefa dubarekirina êrîşan li partiyên Rojhilatê Kurdistanê kir.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Fermandeyê Feyleqa Qudsê ya Supaya Pasdaran a Îranê (Qasim Silêmanî), piştevaniya xwe ji bo êrîşa li ser baregehên HDK û HDKÎ li Koya ragihand û gefa dubarekirina êrîşan li partiyên Rojhilatê Kurdistanê kir.

Qasim Silêmanî ragihand, ku îradeya êrîşkirinê li cem Îranê heye û gefa dubarekirina êrîşan li dijî partiyên Rojhilatê Kurdistanê û li nav axa Herêma Kurdistanê kir.

Roja 8/9/2018an, baregehên HDK û HDKÎ li bajarê Koya, ji aliyê Îranê ve hatin mûşekbarankirin, li gorî daxuyaniyeke HDK, 15 Pêşmerge û endamên herdu hizban "Şehîd" bûn û 40 kes birîndar bûn.

N.O