Amerîka: Esed biryara bikaranîna çekên kîmawî daye

Rojnameya (The Wall Street Journal) a Amerîkî ragihand, ku serokê Sûrya Beşar Esed bikaranîna çekên kîmawî li Idlibê erê kiriye.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Rojnameya (The Wall Street Journal) a Amerîkî ragihand, ku serokê Sûrya Beşar Esed bikaranîna çekên kîmawî li Idlibê erê kiriye.

Rojnameyê ji ser zimanê jêderên pile bilind, di hewalgiriya Amerîka de veguhestiye, Beşar Esed rê daye hêzên xwe, ku gaza Kilorîn di operasyona kontrolkirina Idlibê de bikar bînin.

Her yek ji Amerîka, Birîtanya û Firensa, çendîn caran hişyarî dan rêjîma Sûryê û Beşar Esed, ku divê çekên kîmawî neyên bikaranîn û gefa encamdana êrîşeke tund li rêjîma Esed kirin.

Berî niha jî, Wezareta Derve ya Rûsya ragihandibû, ku ketîbeyên ser bi opozisyona Sûryê ve, bi alîkariya dezgeha hewalgiriya Birîtanya, gazên kîmawî li Idlibê kom kirine, bi mebesta ku li dijî sivîlan bikar bînin û piştre hêzên rêjîmê tometbar bikin, daku bi wê bihaneyê Amerîka êrîşî Sûryê bike.

N.O