Amerîka û Birîtanya û Firensa gefan li Esed dikin

Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya Amerîka John Bolton: Di çend rojên derbasbûyî de, me peyam dane Esed, ku emê bi hemû hêza xwe bersiva wî bidin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Tevî ku Sûrya û Rûsya red dikin çekên kîmawî di şerê Idlibê de bikar bînin, lê her yek ji Firensa, Birîtanya û Amerîka tekez dikin, ger Esed çekên kîmawî bikar bîne, ewê bi tundî bersiva wî bidin.

Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya Amerîka John Bolton ragihand, ku ewê bi tundî bersiva bikaranîna çekên kîmawî bidin.

Got jî: Di çend rojên derbasbûyî de, me peyam dane Esed, ku emê bi hemû hêza xwe bersiva wî bidin.

Ji aliyê xwe ve, Sûrya û Rûsya piştrast dikin, ku ew di şerê Idlibê de, çekên kîmawî bikar naynin.

Li ser vê yekê Rûsya ragihand, ku metirsiya wê yekê heye, welatên rojavayî bikaranîna çekên kîmawî bikin bihane ji bo êrîşî Sûryê bikin.

N.O