HSD şerê dawî li dijî DAIŞê ragihand

HSD: Operasyon wê li dijî dawîn asêgehên DAIŞê û ji bo rizgarkirina navçeyên Hecîn, Suse, Şe'ife û gundê Mezar'i û derdora wan navçeyan be.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Hêzên Sûrya Demokrat (HSD), qunaxa dawî ya şerê dijî DAIŞê li navçeyên rojhilatê Firatê ragihand.

Operasyona HSD, ji çar aliyan ve, bi hevrêzî li gel hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê, bi serokatiya Amerîka birêve diçe û armanca wê, pakkirina navçeyên rojhilatê Firatê ye.

HSD di daxuyaniyekê de ragihand, ku hêzên wan roja Duşemê 10/9/2018, di dawîn demjimêra êvarî de, qunaxa dawî ji şer li rojhilatê çemê Firatê destpê kir.

Herwiha diyar kir, ku operasyon wê li dijî dawîn asêgehên DAIŞê û ji bo rizgarkirina navçeyên Hecîn, Suse, Şe'ife û gundê Mezar'i û derdora wan navçeyan be.

Di daxuyaniya HSDê de hatiye, ku Encûmena Serbazî ya Dêra Zorê û pêkhateyên pasewanên sînor û fewcên hêzên taybet ên ser bi YPG û YPJê ve, bi piştevaniya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî beşdarî operasyonê bibin.

N.O