YE piştevaniya xwe ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê ragihand

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li gel kunsul û nûnerên welatên Yekîtiya Ewropayê li Herêma Kurdistanê, civînek lidar xist.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Îro serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li gel kunsul û nûnerên welatên Yekîtiya Ewropayê li Herêma Kurdistanê, civînek lidar xist.

Di wê civînê de, dawîn pêşhatên siyasî û rewşa Herêma Kurdistanê û amadekariyên hilbijartinên Perlemana Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

 Nûnerên welatên Yekîtiya Ewropa li Herêma Kurdistanê, dilxweşiya xwe li ser encamdana hilbijartinên Perlemana Kurdistanê dan xuyakirin û hêvî xwestin ku ew pirose bi aramî bidawî bibe.

Herwiha di civînê de, bizavên pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê û rola Herêma Kurdistanê weke hevbeşeke sereke, di piroseya siyasî ya Iraqê de, bi giring hat pesindan û di vê derbarê de, Nêçîrvan Barzanî û nûnerên Yekîtiya Ewropayê, hevdeng bûn ku, pêwîst e pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê, li ser xwesteka xelkê Iraqê be û kar ji bo peydakirina xizmetkarî û aramiyê bike.

N.O