Tirkiye: Divê cîhan rê nede operasyona Idlibê bê kirin

Hikûmeta Tirkiyê careke din balê dikşîne ser rewşa Îdlibê û dibêje, pêwîst e cîhan rê nede rejîma Sûriyê û hevalbendên wê êriş li Îdlibê bikin, ne tenê karesata mirovî, lê dê bandoreke mezin li siyaset û dîplomasiyê jî bike û pêvajoyên heta niha kirin têk bide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin da xuyakirin, divê li Sûriyê pêşiya hemû cure komkujiyan bê girtin, ne tenê komkujiyên bi çekên kîmyayî.

Îbrahîm Kalin got: "Piştî Lûtkeya Tehranê jî mixabin duh, îro, başûrê Îdlibê tê bombebarankirin. Êrişa ser Îdlibê ne tenê kareseteke mirovî ye, Wê encamên siyasî û dîplomatîk jî wê bîne. Divê hemû cîhan ser kar bike. Êrişa ser Îdlibê hemû pêvajoyên siyasî dê têk bibe, baweriyan ji holê rake û sedhezar kes dê berê xwe bidin Tirkiyê. Divê Ewropa, Amerîka û hemû alî bi hemahengiyek hewl bidin ku pêşiya êrişê bigrin.

Herwiha got: “Ewropa û Amerîka dibêjin, eger êrişa kîmyayî bê kirin, emê bersiv bidin. Ev nebes e. Sedhezaran kes heta niha hatine kuştin û sedî 99'ê zêdetir ne bi çekên kîmyayî ne. Ev helwest nikare pêşiya komkujî û karesatan bigre. Evê hêz bide rejîmê ku bi çekên konvansiyonel kuştinan berdewam bike."

S. B