Li Duhokê PDK bi fermî dest bi bangeşeya hilbijatinê dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Duhokê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi fermî dest bi bangeşeya hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê dike. Endamê Polîtburoya PDKê Mesrûr Barzanî gotarekê pêşkêş dike.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di rêwresmekê de berbijarên xwe yên parêzgeha Duhokê yên ji bo hilbijartinên Parlemantoya dinasîne.
Hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê biryar e di roja 30î vê mehê birêve biçe. PDK bangeşeya xwe li Hewlêrê bi gotareke Seok Barzanî dest pê kir.
PDK bi qewareyeke serbixwe bi hejmara lîste (183) û bi diruşma (Avakirina Kurdistaneke Bihêz) beşdarî hilbijartinan dibe.
S. B